Malbata koça ji amedê bi salan e ku bi palêyê debara xwe dike. Malbat nêzî 200 kes in. Hemû bi hev re dixebitin. Niha jî ji bo paleyê hatine bajarê Mûşê.
Malbata Koç ji Amedê ye û nêzî 200 kes in. Ew hemû bi hev re ji bo paleyê hatine bajarê Mûşê.
Ji bav û kalan ve bi paleyê debara xwe dikin. Dema bihar tê berê xwe didin bajarên ku karê çandiniyê lê zêde ye.
Ew îsal pêşî li Amedê xebitîne, pişt re jî hatine Mûşê. Ji serê sibê heta tariya şevê bi hev re dixebitin.
Her çiqas karê paleyê zor û zehmet be jî ew her sal ji bo karê xwe bajar bi bajar digerin û dixebitin.
Ew ê heta ku sezona çandiniyê bidawî bibe li Mûşê bin. Pişt re jî wê biçin bajarekî din.