Bi piştgiriya Ajansa Pêşveçûnê ya Dîcleyê baxçeyê sêvan

Bi piştgiriya Ajansa Pêşvebirina Dicleyê darên sêvan datînin

Bi piştgiriya Ajansa Pêşveçûnê ya Dîcleyê baxçeyê sêvan

Ajansa pêşveçûnê ya dîcleyê piştgirî da, li Sêrtê, li 400 donim erd sêvên kinik hatin danîn. Bi saya pergala avdana dilopî, him av kêm diçe him jî ber zêde dibin.

Pêşî li ser erd û avhewaya Xançera Sêrtê lêkolîn hat kirin.

Piştre jî hat diyarkirin ku li erdê wan sêvên kinik baş digihîjin.

Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya bajêr û Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê, li ser 400 donim erdî baxçeyê sêvên kinik ava kir.

“Ji bo ku avwehaya xançerê li sêvên kinik hat, baxçeyên sêvan hatin çêkirin. cotkarên me jî gelek eleqe nîşan dan. ji sedî 80 bi alîkariya dewletê hat çêkirin.”

Baxçe bi pergala dilopan tê avdan. Bi vê sîstemê cotkar wê him rê li ber îsrafa avê bigrin, him jî rekolteyê zêde bikin.

Bi saya van baxçeyan istihdama herêmê jî dê zêde dibe.

Dîroka nûkirinê: 22 îlon 2018, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE