Sercanê 33 salî çend salan di fîrmayên tekstîlê de, li ser makîneyê xebitî. bi piştgiriya dewletê niha xwedî fîrmaya tekstîlê ye û li ba wî 25 kes dixebitin.
10 salan ligel xelkê, di tekstîlê de şixulî.
Gava xebatkar bû jî her tim xeyal dikir ku firmaya xwe veke û karê xwe bike.
Sercan Kutluyê 33 salî gihîşt mirazê xwe û niha xwediyê fîrmayeke tekstîlê ye.
Ji bo vekirina atolyeya tekstîlê tişta herî biha makîne bûn.
Wî jî ji KOSGEBê piştgirî girt û bi 22 makîneyên dirûnê dest bi karê xwe kir.
Ji ber şewba koronayê niha karê atolyeyê kêm e.
Lê Sercan dibêje, heke rewş baş bibe siparîş dê zêde bibin û ez ê zêdetir xebatkaran bigirim.