Bi piştgiriya xêrxwazan hat avakirin

Zarok piştî dersen xwe wextê xwe li vê derê derbas dikin.

Bi piştgiriya xêrxwazan hat avakirin

Xêrxwazên gund ên li xeribiyê ji bo dibistana navîn a gundê kinderîbê pere berhev kirin û pê pirtûkxane û hêwana lîstikê ava kirin. Êdî xwendekar piştî dersên xwe wextê xwe yê mayî bi pirtûkan û kişikê derbas dikin.

Dema dersên wan diqede hema tên vê derê; an pirtûkên xwe dixwînin an jî bi mamoste û hevalên xwe re dilîzin.

Hin welatiyên gundê Kinderîbê yên li Kanadayê ji bo vê projeyê di nav xwe de pere berhev kirin.

Bi xêra wan, li Dibistana Navîn a Gund hêwana bêhnvedanê hat avakirin.

Xwendekar li vir lîstikên aqil û fikirînê dilîzin, pirtûkan dixwînin.

Mamosteyên gund jî zarokan bi tenê nahêlin û heta hînî vê derê bibin bi wan re wext derbas dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE