Li Bitlisê, ciwanekî xêrxwaz ji bo heywanên bêxwedî projeyek li dar xist. Bi saya fikra wî û piştgiriya xêrxwazan heywanên li kuçe û kolanên xelatê birçî namînin.
Uxur Avciyê 21 salî rojekê li twîtterê ji bo heywanên bêxwedî kampanyayek da destpêkirin.
Kampanyaya wî ya li ser medyaya civakî gelek deng veda û gelek bexş hat berhevkirin.
Ciwanê Xelatî bi pereyên ku hate komkirin li kuçe û kolanên navçeyê cihên xwarinê çêkirin.
“Min her tim xwarin dida ber heywanan. Lê bi saya piştgiriyên xêrxwazan min li Xelatê 8 heb qutiyên êm bi cih kirin. Bi saya van qutiyan; em him zêdetir heywanan têr dikin, zêdetir xwarinê didin wan him jî tenduristî û xwarina wan heywanan kontrol dikin.”
Uxur ji bo berdawamiya projeyê, bangî heywanhezan dike û dibêje piştgiriyên xwe kêm nekin.