Bi projeya 170 milyon lireyî va Gola Vanê wê êdî paqij bibe

Şaredariya bajarê mezin ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, çêkirina projeya tesîsa dawerînê 2 sal berê da destpêkirin. Bi vê projeyê va Gola Vanê wê paqij bimîne.

Bi projeya 170 milyon lireyî va Gola Vanê wê êdî paqij bibe

Gola Vanê  bi salan e ji ber avên avêtî yên ku diherikin golê, pir qirêj bûye. Bi projeya "Tesîsa Dawerîna Biyolojîk a Pêşketî" ku Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê bihayê 170 milyon lireyî da çêkirin, pirsgirêka gemarîbûna golê wê çareser bibe.

Şaredariya bajarê mezin ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, çêkirina projeya tesîsa dawerînê 2 sal berê da destpêkirin. Bi vê projeyê va Gola Vanê wê paqij bimîne.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka qirêjiya golê li navçeya Tuşbayê bihayê 170 milyon lireyî tesîsa dawerînê hat avakirin û wê heta dawiya salê têkeve dewrê. Bi vê projeyê va ava gemarî ya ku diherike golê, wê were parzûnkirin.

Bi saya vê projeya ku bi teknolojiyê hatiye dagirtin, hem pêdiviya 50 salî ya bajêr wê pêk were hem jî qeraxên Gola Vanê wê weke salên berê paqij bibin.

Walî û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez diyar kir, hêngî wan dest bi wezîfeyê kiriye, ew çavkaniyên dewletê ji bo tiştên kêrhatî bi kar tînin.

Bîlmez diyar kir, ew bi xebatên anketê va pirsgirêkên bajêr û welatiyan tesbît dikin û wiha dewam kir:

"Me di mijara hawirdorê da ku seba me pirsgirêka pêşdatir e, hesasiyet nîşan da. Me giranî da ser çêkirina Tesîsa Dawerîna Biyolojîk a Pêşketî ku Gola Vanê zêdetir qirêj nebe. Înşeallah em ê di dawiya meha berfanbarê da projeya xwe têxin dewrê. Çêkirina projeyê li ser me ji 170 milyonî zêdetir bû mal."

Bîlmez diyar kir ku di projeyê da teknolojiya ku ji derveyî welêt anîne hat bikaranîn, piştî ku proje têkeve dewrê qerax wê werin paqijkirin û ji her alî va Gola Vanê wê paqij bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE