Du Ciwanên ji Ağrıyê, Bi Projeya "Teyre- Robot’’ê Beşdarî Festîvala Teknofestê Bûn Û Di Kategoriya ‘’Parastin, Feza Û Rêhewayê’’ De, Bûn Duyemîn.
Habip û Kemalettin Demirbaş…
Ew ap û birazî ne û li zanîngeha İbrahim Çeçenê ya Ağrıyê bi hev re dixwînin.
Bi projeya ‘’teyrê robot’’ê, bi hev re serî li Festîvala TEKNOFEST’ê dan.
Projeya wan, di kategoriya ‘’Parastin, Feza û Rêhewayê’’ de bû duyemîn.
Ev ‘’Teyrê Robot’’ karin li balafirgehan û li qada mêşvaniyê de bê bikaranîn.
Ap û birazî, niha dixwazin projeya xwe pêşvetir bibin da ku di qada eskeriyê de jî bê bikaranîn.