"Bi Putîn ra em ê hemû geşedanên Îdlibê gotûbêj bikin"

Erdogan nimêja înê li Mizgefta Hezretî Elî kir û peyra daxuyanî da rojnamevanan.

"Bi Putîn ra em ê hemû geşedanên Îdlibê gotûbêj bikin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Derdora saet 18.00an da ez ê bi têlefonê bi Putîn ra biaxivim. Em ê hemû geşedanên niha li Îdlibê diqewimin gotûbêj bikin."

Erdogan nimêja înê li Mizgefta Hezretî Elî kir û peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan destnîşan kir derdora saet 18.00an da wê bi têlefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ra biaxive û got ku em ê hemû geşedanên niha li Îdlibê diqewimin gotûbêj bikin.

Erdogan diyar kir li gor jimarên dawîn derdora 150 mensûbên rejimê hatine berterefkirin û got ku li Îdlibê 12 tank, 3 wesaîtên bizirx, 14 obusên topan û 2 pîkabên doçkayê hatin îmhekirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina bi Putîn ra bang kirin û xwestin ku li Îdlibê agirbesteke biryardar çêbe û got ku hê jî cewabeke ku tê hêvîkirin tuneye.

Erdogan der barê ji bona Îdlibê civîna çaralî da ku Merkel û Macron behs kirin got ku ji bo civîneke çaralî di 5ê Adarê da Stenbolê pêşniyaz kirin, lê hê jî Putîn cewaba hêvî dikin nedaye.

Serokomar Erdohan der barê meseleya Libyayê da jî destnîşan kir Hefter ji bona wan mixatab nîne û got ku Hefter li wir lejyonerê bimeaş e, yekî meşrû nîne, îllegal û nemeşrû ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE