Li Van, Bitlis, Hakkarî û Muşê ji ber qedexeya derketina derva ya tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) kûçe, kolan û meydan vala man.
Li Vanê ji ber qedexeya derketina derva ya ku ew ê hetanî saet 05.00ê roja duşemê li hemû welêt dewam bike kolanên Cumhuriyet û Kazim Qerebekirê û Meydana Bêşyolê vik û vala man.
Ekîbên polêsan ên li hin herêmên bajêr kontrolên xwe domandin jî kontrol kirin ku hela guh didin tevdîran an na.
Li Muş, Hakkarî û Bitlisê jî bi destpêkirina qedexeyê kuçe û kolan vala man.
AA