Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Îdir, Tuncelî û Erdexanê welatî guh didin qedexeya derketina derva ya ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19).
Di çarçoveya qedexeya derketina derva ya ji bo têkoşîna dijî vîrusê da kuçe û kolan xalî man.
Li Erziromê kolanên Cumhuriyet, Menderes û Yoncalikê, meydanên Yaqutiye û Kelha Erziromê û mekanên dîrokî vik û vala man.
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Îdir, Tuncelî û Erdexanê ekîbên polêsan belgeyên kesên derketibûn derva kontrol kirin û hişyariyên Kovîd-19ê dan welatiyan.
AA