Bi qeyûman re reng û rûyê herêmê diguhere

Şaredariya Edremitê li navçeyê parkeke mezin da çêkirin

Bi qeyûman re reng û rûyê herêmê diguhere

Xizmet û xebatên şaredariyên ku bi qeyûman tên birêvebirin didomin. Şaredariya Batmanê riyên nav bajêr dixemilîne û Şaredarıya Wanê jî, ji bo welatî bêhna xwe vedin, li Edremîtê parkeke mezin da çêkirin…

Edremît bi behr û perava xwe li herêmê cihekî nuwaze ye.

Bi hatina cîgirşaredar ango qeyûm, him li peravê him jî li kolan û kuçeyan xebatên binesaziyê dest pê kirin.

Piştî gelek xizmet û xebatan li Edremîta Wanê parkeke mezin hat çêkirin.

Park bi merasîmeke mezin hat vekirin.

Şaredariya Batmanê jî riyên nav bajêr yek bi yek ji nû ve çêdike û dixemilîne.

Herî dawî li kolana Gulistanê xebatên ronîkirinê temam bûn.

Gel dixwaze xizmetên qeyûman dewam bikin ku bajarên herêmê jî wekî bajarên din xweş û geş bin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE