Bi rojeva "vaksînê" civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê

Wezîr Koca piştî civînê bi awayekî nivîskî daxuyanî da û destnîşan kir ku salek bê navber bi têkoşana dijî şewbê ya ku hemî cîhan girtibû berxwe, derbas bû.

Bi rojeva "vaksînê" civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca derbarê vaksîna cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya ku ji Çînê hat got, "Hêdîbûna belavbûna pandemiyê li ber çav hat girtin û guncawa hat dîtin ku vaksîna înaktîf bi 28 rojan navber, weke 2 dozan were kirin."

Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê bi serektiya Wezîr Koca bi rojeva "vaksînê" civiya.

Wezîr Koca piştî civînê bi awayekî nivîskî daxuyanî da û destnîşan kir ku salek bê navber bi têkoşana dijî şewbê ya ku hemî cîhan girtibû berxwe, derbas bû.

Wezîr Koca derbarê vaksîna Kovîd-19ê ya ku ji Çînê hat got, "Hêdîbûna belavbûna pandemiyê li ber çav hat girtin û guncawa hat dîtin ku vaksîna înaktîf bi 28 rojan navber, weke 2 dozan were kirin."

Koca herwiha got, "Vaksînên ku bi zincîrên sar anîn gumruka Pekînê, heta karûbarê gumrukê qediya bi frêzerên batarya lîtyum, di konteyneran de hatin hilandin. Bi vê sayê di maweya gumrukê de ti guherankariya di warê hilmê de tê de çênebû."

Wezîr Koca bal kişand ser pêvajoya cîbicîkirina vaksînan û got, "Hemî navendên tendirustiya malbatê digel nexweşxaneyên kamû, taybet û yên zanîngehan ji bo vaksînan hatine plankirin. Pêvajoya veguhastina vaksînan, cîbicîkirin û tomarkirina wan dê ji ser pergala dijîtal pê re pê re bê şopandin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE