"Bi Rûsyayê ra têkiliyên me yên nêz didomin"

"Ji bo ku li Îdlibê demildest îstiqrar pêk bê û agirbest serdest bibe em bi Rûsyayê ra têkiliyên xwe didomînin"

"Bi Rûsyayê ra têkiliyên me yên nêz didomin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir ku Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar ji bo Operasyona Pençeyê çû Yuksekovayê û got ku "Bi temambûna Operasyona Pençeyê armanca me ew e ku em tehdîda terorê ya ji wê herêmê ya dijî, sînor û welatê xwe bi temamî ji holê rakin. Tu şikeft û kunên terorîstan ên li wê herêmê yên ku Mehmetçîk neketiyê dê nemîne. Ew dê hemû bên tehrîbkirin. Xebatên me dê bi vî awayî bidomin. Înşeallah em ê xeberên xweş bidin welat û gelê xwe."

Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Asîmanî Hasan Kuçukakyuz ra ji bo ku lêkolîn û kontrolan bike hat Edeneyê.

Akar derbasî Fermandariya Lîvaya Peyadeyan a Mekanîze ya 6emîn bû û ji Fermandarê Lîvaya Tumenê ya Mekanîze ya 6emîn Tumgeneral Hakan Atinç brîfîng sitand. Akar û fermandar paşê bi fermandarên yekîneyan ra civîn kir.

"Armanca me pêkanîna agirbest û îstiqrarê ye"

Akar diyar kir ku bi civîna ku kirin li ser xebatan sekinîn û got ku bi taybetî di mijara geşedanên li Îdlibê da xebatên kûr kirin.

Akar got ku li Îdlibê rejim hem ji bejayê hem jî ji asîmanê êrîşên xwe didomîne û wiha axivî: 

"Di encama vê da jin, zarok û îxtiyar bi hezaran mirov mecbûr man ku malên xwe biterikînin. Ev trajedî û drameke wisa ye ku nayê xwestin. Em ji bo pêşîligirtina vê bi qasî ku ji destê me tê di çarçoveya pêvajoya Astanayê da, di çarçoveya Muxtiraya Mutabaqata 17ê îlonê hewldanên xwe didomînin. Bi Rûsyayê ra têkiliyên me yên nêz didomin. Em bi Ûris ra agahiyên hewce bi hev ra parve dikin. Ji bo ku demildest ev dram bê rawestandin, ewlehiya mirovan bê pêkanîn, agirbest pêk bê û li herêmê îstiqrar serdest bibe têkiliyên xwe bidomînin."

Operasyona Pençeyê

Wezîr Akar bi bîr xist ku merhaleya nû ya Operasyona Pençeyê di 27ê gulanê da dest pê kir û wiha axivî: "Ev operasyona me niha wekî ku hatiye plankirin dewam dike. Heta niha 15 terorîst hatin berterefkirin. Heta ku terorîstên me tesbît kirin bên berterefkirin dê em têkoşîna xwe bidomînin. Cara ewil bi wesayîtên piştevaniyê yên bejayê yên neteweyî û xwemalî hedefên terorê yên ku li Qendîl, Asos û cihên din jî hatin tesbîtkirin tên gulebarankirin. Em dikevin hemû şikeftên dinirxînin ku terorîst lê dimînin, dikevin kunên terorîstan û înşeallah em ê bikevinê.Înşeallah bi hezkirin dia, piştgiriya gelê me yê ezîz dê Mehmetçîk û qomandoyên me bi ser bikevin û tehdîda terorê ya li herêmê ya dijî welat û gelê xwe ji holê rakin. Tu şikeft û kunên terorîstan ên li wê herêmê yên ku Mehmetçîk neketiyê dê nemîne. Ew dê hemû bên tehrîbkirin. Bi temambûna Operasyona Pençeyê armanca me ew e ku em tehdîda terorê ya ji wê herêmê ya dijî, sînor û welatê xwe bi temamî ji holê rakin. Em di vî îstiqametê da dixebitin." AA

Dîroka nûkirinê: 29 Gulan 2019, 18:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE