“Bi Rûsyayê re hevkariya me ya xurt dewam dike”

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar got, “Li gorî mutebeqata Soçiyê ji bo berdewamkirina agirbest û îstiqrarê gelek xebat tên kirin.”

“Bi Rûsyayê re hevkariya me ya xurt dewam dike”

Bi beşdariya Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar, Serokê mit’ê Hakan Fidan û fermandaran li ser sînor, derbarê sûriyê de civînek hat sazkirin. Di civînê de ligel rûdanên li bakurê sûriyê, rewşa agirbesta li îdlibê jî hat nirxandin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar piştî serdanên xwe yên li Rihayê berê xwe da Hatayê.

Bi beşdariya Sererkan Orgeneral Yaşar Güler, Fermandarê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Ümit Dündar û Serokê MÎTê Hakan Fidan derbarê Sûriyê de civînek hat çêkirin.

Di civînê de rewşa dawî ya Îdlibê hat nirxandin ku li ser wê, di civînên Soçiyê de peymanek hatibû îmzekirin.

Dîsa di civînê de ligel xebatên berdewamkirina agirbestê, li ser hewlên pêkanîna aramî û îstiqrarê hat xeberdan.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar got, “Li gorî mutebeqata Soçiyê ji bo berdewamkirina agirbest û îstiqrarê gelek xebat tên kirin.”

Her wiha Akar diyar kir ku di vê mijarê de bi Rûsyayê re hevkariyeke xurt dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE