Bi rêya qanîkirinê 5 endamên rêxistina terorê teslîm bûn

Bi rêya qanîkirinê 5 endamên rêxistina terorê teslîm bûn

Wezareta Navxweyî ragihad ku 5 endamên rêxistina terorê teslîmî hêzên ewlekariyê bûn û digel van hejmara terorîstên ku îsal teslîm bûn gihişt 151ê.

Di daxuyaniya Wezaretê de hat. ragihandin ku di encama xebata qanîkirinê ya ku bi kordîneya Wezareta Navxweyî, ji aliyê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê û Rêveberiya giştî ya Ewlekariyê tê ajotin de 5 terorîstên ku ji PKKya rêxistina terorê reviyan teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Hat ragihandin ku endamên rêxistinê yên ku teslîm bûn di navbera salên 1999 û 2016an de beşdarî rêxistinê bûne û li Iraq û Sûriyeyê xebat kirine.

Herwiha hat ragihandin ku hejmara terorîstên kudi encama xebatên qanîkirinê de îsal teslîm bûn gihişt 151ê.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE