Bi salan e fîncanên çay û qehweyê berhev dike. Deniz kendirliyê ku li meletiyê dijî, li ser meraqê di sala 2001î de dest bi berhevkirina fîncanan kir û di 20 salan de zêdetirî 3 hezar fîncan dan hev. Kendirli dixwaze ji bo teşhîrkirina fîncanên xwe muzeyekê veke.
Bi salan e him ji welêt him jî ji derwelêt fîncanan kom dike.
Deniz Kendirliyê ku li Meletiyê dijî, ji sala 2001î ve ye fîncanên qehwe û çayê berhev dike.
“ Li ser meraqê min dest bi vî karî kir. Heta niha min bi hezaran fîncanên cûrbicûr û rengorengo kom kirin.”
Kedirliyê ku ev 20 sal in vî karî dike heta niha zêdetirî 3 hezar fîncanên cûrbicûr berhev kirine.
“ Di vê odeyê de zêdetirî 3 hezar fîncan hene. Min qismekî wan ji entîkefiroşan, qismekî wan jî ji malbatên mezin ên Meletiyê û ji derwelêt girtin”.
Koleksiyonerê ku fîncanên xwe li odeya mala xwe mihafeze dike, niha ji bo vekirina muzeyeke şexsî dixebite.