Hoste şêxmûz kaynak ev 72 sal in bi axê ceran çêdike. Ew dibêje hewce ye mirov ji bo vî karî zahf bişixule û pirr xîret bike.
Hoste Şêxmûz li Mêrdînê dijî. Wî bi zarokî li ber destê hosteyan şagirtî kir. Paşê çû leşkeriyê û dema vegeriya bû karmend; lê tu caran dev ji hunera xwe neqeriya.
Hoste piştî ku teqawîd bû ji xwe re cihê çêkirina kûzan vekir û li wê derê, bi salan e dixebite.
Ev cer û kûz, bi ax û amûrên bijarte tên çêkirin. Ji bo siheta mirovan tu talûkeya wan tuneye.