Bi saya çalakiya dayikên Diyarbekirê malbateke din gihaşt ewladê xwe

Malbata Kaya ya ku ji bo ewladê xwe yê revandin serê çiyê li Diyarbekirê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê beşdarî nobeda ewladan bû kêfxweş e ku piştî 5 salan gihaştin zarokê xwe yê teslîmê hêzên ewlehiyê bû

Bi saya çalakiya dayikên Diyarbekirê malbateke din gihaşt ewladê xwe

Hesreta ewladê ya malbata Kayay ya ku ji bo zarokê xwe yê revandin çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikir, xilas bû.

Malbata Kaya ji bo kurê xwe Cumayê ku 5 sal berê di 17 saliya wî da revandin serê çiyê ji Bingolê hat û li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê dest bi çalakiyê kir. Cuma di encama xebata qanîkirinê ya ku Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Midûriya Giştî ya Ewlehiyê bi kordîneya Wezareta Karên Navxweyî kir li Şirnexê li Deriyê Sînor ê Xaburê teslîmê hêzên ewlehiyê bû.

Dayik Perîhan û bav Fettah Kayayê ku mizgînî dan wan hatin Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr û kurê xwe Cumayê ku 5 sal bû di hesreta wî da bûn hembêz kirin û rondik barandin.

- 18 malbat gihaştin ewladê xwe

Piştî ku malbata Kaya gihaşt kurê xwe Cuma jimara malbatên ku ji bo xilaskirina ewladên xwe çalakiya rûniştinê dikin ewladên xwe ji nav lepên terorê xilas kirin derket 18an.

Piştî ku dayik Hacîre Akar di 24ê tebaxa 2019an da gihaşt kurê xwe Mehmet dayk Hatîce Ceylan gihaşt kurê xwe Cafer, Husniye Kaya gihaşt keça xwe Mekiyeyê, dapîr Halîme Kadran gihaşt neviyê xwe Halîl Îbrahîm Kadran, bav Metîn Açan guhaşt kurê xwe H. Açan, bav Nîzamettîn û dayik Aslihan Eşrefogullari gihaştin kurê xwe Huseyîn, dayik Gevriye Ayhan gihaşt keça xwe Peldayê, bav Melîk û dayik Mele Aslan gihaştin kurê xwe Volkan, dayik Muteber Bîrlîk gihaşt kurê xwe Veysî, dayik Cahîde Alkan gihaşt kurê xwe Mehmet Emîn, dayik Şahîze Altinkaynak gihaşt keça xwe Halîseyê, bavê astengdar Cemal Ertaş gihaşt kurê xwe Ramazan, dayik Naîme Dalmiş gihaşt keça xwe Tekoşînê, Haşîm Açarê teslîm bû li nexweşxaneya lê dihat dermankirin gihaştibû bavê xwe, dayik Sever Fîdan gihaştibû kurê xwe Tayfur, dayik Gulşen Çetîn gihaşt kurê xwe Erdal, dayik Meryem û bav Fahrettîn Akkuş jî ewladê xwe Erkan hembêz kiribûn û ji şahiyan girîbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE