Malbateke din jî yên ku li Diyarbekirê li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin, gihîşt ewladê xwe yê ku ji rêxistina terorê PKKyê revî û teslîmî hêzên ewlekariyê bû.
Adalet û Abdulsamet Dogan ên ku ji Mûşê di 12ê Tebaxa 2020î hatin bajêr û beşarî nobeda ewladan a li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê bûn, kurê wan Ferdi Dogan ê ku dema 16 salî bû hat revandin, bi xebata qanîkirinê ya pisporên pêvajoya qanîkirinê yên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Mûşê û yên Fermandariya Îstixbaratê teslîmî hêzên ewlekariyê bû.
Di hevdîtina li Keleha Hundirîn a dîrokî ya li Sûra navçeya Diyarbekirê da dê û bavê ku piştî 7 salan gihîştin kurê xwe Ferdî, kurê xwe hemêz kirin û giriyan.
- Hejmara malbatên gihîştin ewladên xwe derket 35an
Dogana dayik bi çavê bi girî wiha got, "Ji Xwedê ra şikir, înşelah Xwedê dê hemû zarokan sax û silamet bîne. Ez zehf sipas dikim."
Doganê bav jî sipasiya peywirdaran kir û wiha got, "Nexasim ez sipasiya Serokomar, ya walî, qaymeqam û hemû Tirkiyeyê dikim. 7 sal e em ji kurê min dûrketî bûn. Ez pir kêfxweş bûm."
Tevî malbata Dogan, hejmara malbatên ku bi çalakiya rûniştinê va zarokên xwe ji nava lepa terorê derxistin derket 35an.
AA