Bi saya çalakiya dayikên Diyarbekirê malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Li Diyarbekirê malbata Han ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê seba zarokên xwe çalakiya rûniştinê dikirin jî gihîşt ewladê xwe.

Bi saya çalakiya dayikên Diyarbekirê malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

 Li Diyarbekirê malbata Han ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê seba zarokên xwe çalakiya rûniştinê dikirin jî gihîşt ewladê xwe.

Malbata Han di 18ê îlona 2019an da ji Vartoya navçeya Mûşê hatin Diyarbekirê û beşdarî çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê bû. Onurê kurê malbatê bi kordînekirina Wezareta Karên Navxweyî û bi xebata qanîkirinê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê û Midûriya Giştî ya Ewlehiyê duh teslîmî hêzên asayîşê bû.

Selma Hana dayik ku mizginî danê hat Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Diyarbekirê û piştî 6 salan Onurê kurê xwe hembêz kir.

Hana dayik spasiya her kesê ku di gihîtina kurê wê da keda wan heye, kir.

- 23 malbat gihîştin ewladên xwe

Piştî ku malbata Han jî gihîşt kurê xwe yê Onur, jimara malbatên ku beşdarî çalakiya rûniştinê bûn û zarokên xwe ji pencikên terorê xelas kirin derket 23yan.

Piştî ku dayik Hacîre Akar di 24ê tebaxa 2019n da gihîşt kurê xwe yê Mehmet, Hatîce Ceylan gihîşt kurê xwe Cafer, Husniye Kaya gihîşt keça xwe ya Mekiyeyê, dapîr Halîme Kadran gihîşt neviyê xwe yê Halîl Îbrahîm Kadran, Metîn Açanê bavik gihîşt kurê H. Açan, Nîzamettînê bavik û Aslihan Eşrefogluya dayik gihîştin kurê xwe yê Huseyîn, Gevriye Ayhana dayik gihîşt keça xwe ya Peldayê, Melîkê bavik û Melek Aslana dayik gihîştin kurê xwe yê Volkan, Muteber Bîrlîka dayik gihîşt kurê xwe yê Veysî, Cahîde Alkana dayik gihîşt kurê xwe yê Mehmet Emîn, Şahîze Altinkaynaka dayik gihîşt keça xwe ya Halîse, Cemal Ertaşê bavikê astengdar gihîşt kurê xwe yê Remezan, Naîme Dalmişa dayik gihîşt keça xwe ya Têkoşînê, Haşîm Açarê teslîm bû li nexweşxaneya lê dihat dermankirin gihîşt bavê xwe, Sever Fîdana dayik gihîşt kurê xwe yê Tayfur, Gulşen Çetîna dayik gihîşt kurê xwe yê Erdal, Meryerma dayik û Fahrettîn Akkuşê bavik gihîştin kurê xwe yê Erkan, Perîhana dayik û Fettah Kayayê bavik gihîştin kurê xwe yê Cuma, Safîyeya dayik û Mehmet Emîn Coşkunê bavik gihîştin kurê xwe yê Îbrahîm, Kezîbana dayik û bav Mehmet Yalçinê bavik gihîştin keça xwe ya Yasmînê, Guluzara dayik û Sidik Fîdanê bavik gihîştin kurê xwe Ferdî, Gullîya dayik û Zekî Balê bavik gihîştin kurê xwe yê Yusuf.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE