Bi saya çalakiya dayikên Diyarbekirê malbeteke din jî gihîşt ewladê xwe

Emîne Ustek û Omer Ustek hatin Midûriya Ewlehiya Bajêr a Şirnexê û gihîştin kurê xwe.

Bi saya çalakiya dayikên Diyarbekirê malbeteke din jî gihîşt ewladê xwe

Malbateke li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikir gihîşt ewladê xwe yê ji PKKya rêxistina terorê reviya û teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Emîne Ustek û Omer Ustek di 24ê Sibata 2020î da hatin li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê û beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Malbat paşê çû li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Şirnexê û li wir çakaliya xwe domand. Kurê malbatê Metîn Ustek bi saya qanîkirina hêzên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr a Şirnexê teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Piştî vê mizginiyê Emîne Ustek û Omer Ustek hatin Midûriya Ewlehiya Bajêr a Şirnexê û gihîştin kurê xwe.

Dayika wî Emîne piştî 6 salan ji ber ku gihîşt kurê xwe ji xwe va çû û hêzên Rewşa Acil a 112yê midaxaleya wê kirin.

Dayikê spasiya kesên ku keda wan di vî karî da heye kir.

Bi vî awayî 32 malbat gihîştin zarokên xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE