Bi saya çalakiya rûniştinê ya dayika xwe gihîşt mala xwe

Mekiye Kaya: "Gava min ewil plana revê kir, hat bîra min ku min gelekî bêriya xwarinên diya xwe kirine. Min gelekî bêriya bêhna bavê xwe kiribû. Min ji malbata xwe bêriya her kesî kiribû"

Bi saya çalakiya rûniştinê ya dayika xwe gihîşt mala xwe

Mekiye Kayaya di 14 saliya wê da revandin serê çiyê, bi saya çalakiya rûniştinê ya ku Husniye Kayaya diya wê li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê kir, piştî 5 salan kêfxweş e ku cardin gihîşt mal û malbata xwe.

Mekiye Kaya 5 sal berê di 14 saliya wê da li Baglara navçeya navend a Diyarbekirê hatibû revandin û biribûn serê çiyê û paşê ji rêxistina terorê revî û teslîmî hêzên asayîşê bû. Li emniyetê piştî dayîna îfadeyê û kar û barên din, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Mekiye Kaya piştî 5 salan cardin vegeriya mala xwe û bi malbata xwe ra ye.

- "Malbata min timî di hişê min da bû"

Mekiye Kayayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî 5 salan kêfxweş e ku cardin vegeriya cem malabata xwe û eqrebayên xwe.

Kayayê diyar kir ku di vê maweyê da malbat û mala wê qet ji hişê wê dernediket û wiha dewam kir:

"Wan ez xapandim û birim. Min li wê derê jiyan û dijwarî dîtin. Di serî da min zehmetî kişand. Planên revê dikir. Lê ez ditirsiyam, min nikaribû bikira. Xwedêkirî ez li malbata xwe vegeriyam. Li wê derê timî malbata min di hişê min da bû. Min malbata xwe di têlevîzyonê da dît. Dilê min şewitî. Min got 'Ezê herim.' Min bi şev derî vekir, revîm û teslîm bûm."

- "Eskeran weke kekê min ez xwedî kirim"

Kayayê diyar kir, rêxistina terorê timî propaganda dikir û digot, "Hûn teslîm bibin, hûn ê rastî miemeleya xerab û êşkenceyê werin", lê ev ne rast e.

Kayayê wiha dewam kir: "Digotin wê êşkence bikin. Gelek kes dixwazin birevin. Lê ji ber ku ditirsin, loma narevin. Propagandaya rêxistinê ne rast e. Eskerên Tirk êşkence nake. Berevajiyê vê weke kekê min ez xwedî kirim ku heta gihîştim malbata xwe."

Kayayê diyar kir, gava ku wê plan dikir ku ji cem rêxistina terorê bireve, wê der heqê dê, bav û malbata xwe da xeyal dikirin û wiha got:

"Gava min ewil plana revê kir, hat bîra min ku min gelekî bêriya xwarinên diya xwe kirine. Min gelekî bêriya bêhna bavê xwe kiribû. Min ji malbata xwe bêriya her kesî kiribû. Xwedê kir ku ez ji wê derê revîm û hatim. Înşealah zarokên piçûk ên li wê derê jî dê mîna min bigihîjin malbatên xwe. Înşealah malbatên çalakiyê dikin jî dê bigihîjin zarokên xwe."

Kayayê diyar kir, ji bo ku psîkolojiya yên ku wekî wê ji rêxistina terorê direvin tên qenc bibe, ew dixwaze ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo wan derfeta şixul dabîn bike.

- "Min bêhna wê kişand hundirê xwe"

Dayik Husniye Kayayê jî diyar kir, ji ber ku keça wê vegeriya ew gelekî dilşad e û sipasiya Serokomar Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û peywirdarên mayîn kir.

Kayayê axaftina xwe wiha domand:

"Ez bi xêra wan gihîştim keça xwe. Keça min gelekî ji lehmecûn, doner û kibabê dike. Ez ê îro jê ra lehmecûn, sibê jî kibab çêkim. Ez ê rojtira din jî jê ra doner bistînim. Min bawer nedikir ku keça min dê vegere û ez ê jê ra xwarin çêkim. Lê şikir hat û ez gihîştim wê. Min gelekî bêriya keça xwe kiriye. Min bêhna wê kişand hundirê xwe. Ez gelekî dilşad bûm. Înşelah ew dayik jî dê rûniştina xwe bidomînin. Ez ê biçim cem wan û piştgiriyê bidim wan. Înşelah zarokên wan jî dê werin. Dayik werin bibin piştevan, zarok gava we bibînin dê vegerin. Ez gihîştim Mekiyeyê. Înşelah hûn hemû jî hûn ê bigihîjin zarokên xwe."

Bav Huseyîn Kaya jî wiha xeberda, "Min berê digot ku gelo keça min dê were û em ê çawa bigihîjin wê? 5 sal e em wisa difikirîn. Niha îja ji ber ku li cem me ye em gelekî şad in. Xwedê ji dewleta me razî be. Me îro bi hevra taştê xwar. Ez gelekî bextewar bûm."

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Kanûn 2019, 16:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE