"Bi saya daristanan koça ji herêmê kêm bû"

Daristanên hingivê hilberîna hingiv û debara welatiyan zêde kir.

"Bi saya daristanan koça ji herêmê kêm bû"

Bi saya daristanên hingivê yên ku ji hêla Midûriya Herêma Daristanan a Şanliurfayê li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin çêkirin hilberîna hingiv zêde bû.

Wezareta Çandinî û Daristanan ji bo ku dahata gundiyan zêde bibe bi destê Midûriya Giştî ya Daristanan xebatek meşand, bi navê Plana Çalakiyê ya Daristanên Hingivê daristan danîn.

Di vê çarçoveyê da Midûriya Herêma Daristanan a Şanliurfayê li Diyarbekir, Sêrt, Şirnex, Batman, Şanliurfa, Mêrdîn û Adiyemanê 20 daristanên hingivê danîn.

Daristanên hatin danîn bûn wesîle ku li herêmê hilberîna hingiv zêde bibe.

Kesên beriya vê karê mozvaniyê dikirin hejmara kewarên xwe yên hingivê zêde kirin û debara wan jî bi firotina hingivê zêde bû.

"Bi saya daristanan koça ji herêmê kêm bû"

Midûrê Herêma Daristanan ya Şanliurfayê Mehmet Zekî Bayici ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 20 daristanên hingivê di berpirsyariya wan da ye û bi 7 daristanên nû va hejmara wan wê bibe 27.

Bayici got bi saya darên taybet ên axê diparêzin, rê li ber hezazê digirin û hilberîna hingiv zêde dikin û herêm geştir bûye.

Bayici anî ziman ew darên akasya, behîv, mahlep û fistiqên Entabê datînin, çatilî û nebatên wek vê jî tên reşandin.

Bayici destnîşan kir ku divê piştgiriya mozvaniyê bê kirin û wiha axivî: "Bi saya daristanên hingivê koça li herêma me kêm bû, heta wisa ku yên çûne jî vegeriyan û gundên me dîsa şên bûn. Li 20 daristanên me 750 hezar kewarên me yên hingivê hene û ji van 4 ton hingiv tê bidestxistin. Îsal hewa jî baş e. Heke wek ku me plan kiribû em 7 daristanên din jî ava bikin hejmara kewaran wê bigihêje milyonekî û 5 ton hingiv wê bê bidestxistin."

Bayici got ku ew serê malê 30 kewarî didin, ji sedî 20ê wî hîbe ye û yê mayî jî bi krediya bêfaîz didin û wiha domand: "Qada daristana me ya ji bo hingiv 30 hezar dekar e û li vê derê 3 milyon û 500 hezar şax hatin danîn. Îsal vê hejmar derkeve 4 milyonî. Em bi xwediyên mêşên hingiv ra diaxivin û şêwrê dikin. Li gor daxwazên wan em jî xebatên xwe dimeşînin. Xwediyên mêşên hingiv ên dixwazin werin vê derê dikarin bên û ji wan tu pere nayê xwestin. Bi tenê ewraqeke ku wê zirarê nedin daristanê divê îmze bikin û teslîmî me bikin. Ji bilî vê em tiştekî naxwazin."

Mêşvaniyê bala ciwanan jî kişand

Vahdettîn Koçyîgîtê Mixtarê Taxa Aktaşê ya ser Çunguşa navçeya Diyarbekirê got ku daristanên hatine danîn maşîna erdê jî tev di gelek qadan da bi kêr tê û wiha domand: "Li herêmê qelîteya hingiv piştî ku zêde bû ev yek bala ciwanan jî kişand û niha ciwan mêşvaniyê dikin. Ciwanên berê diçûn Stenbolê û bi çend qurişî dixebitîn êdî naçin û ji malbatên xwe dûr nakevin. Berî daristanên ji bo hingiv milet bi tenê ji bo xwe kewar datanîn lê niha li gund nêzî 700-800 kewar hene. Hingivê ji gundê me derdikeve hingivekî baş e û em dixwazin bi çar aliyê dinyayê bidin nasîn."

"Bi zêdebûna dar û nebatên li herêmê me jî dest bi xwedîkirina mêşên hingiv kir"

Îmran Balpetekê li Taxa Aktaşê kewarên wî jî hene got ku heta 15 sal berê ji hêla nebat û daristanê va qels bû û wiha domand: "Bi zêdebûna dar û nebatên li herêmê me jî dest bi xwedîkirina mêşên hingiv kir. Berê malbata me nêzî 10 kewar datanî û qasî 4-5 teneke hingiv hildianî lê niha em nêzî 70 tenekeyî hingiv hiltînin."

Balpetek ji rayedarên Wezareta Çandinî û Daristanê û midûriyeta wê ra spas kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE