Xatim Şingaliyê 22 salî ku li Midyada Mardinê dijî, beriya şeş salan tevî malbata xwe ji Şingalê reviya û hat li vir bi cih bû. ciwanê ku li Midyadê dest bi mûzîkê kir, niha him bi dengê xwe him jî bi hunera xwe gelekî tê nasîn. hevalên wî dibêjin; “em bawer dikin wê ji xatim muzîkjenekî gelek hêja derkeve.”
Navê wi Xatim Şingalî ye.
Beriya 6 salan ji ber êrîşên DEAŞ’ê tevî malbata xwe ji Şingalê koçî Midyada Mardinê kir
Piştî ku li Midaydê bi cih bû, bi alîkariya derûdora xwe û xebatkarên Mala Muzîkê ya Midyadê dest bi muzîkê kir.
Ciwanê ku di demeke kurt de bi deng, stran û kilamên xwe hat nasîn, bi alikariya heval û mamosteyên xwe klîbeke xweşik jî kişand.
Hunermendê Êzdî dibêje: “Jiyana penaberî jiyaneke zor û zehmet e. Di vê pêvajoyê de min bi saya muzîkê dest bi jiyaneke nû kir. “
Mamoste û hevalên xatim dibêjin: “Em hêvîdar in ku wê jê muzîkjenekî hêja derkeve.