Ji bo kanalîzyona ku diçe behra Vanê were paqijkirin, şaredariya Vanê projeyeke mezin dabû destpêkirin. Proje temam bû. Personelên îdareya avê û kanalîzasyonê ji bo pişgiriyên ku hatine dayîn spasî rayedarên hikûmetê kirin.
Behra Vanê , ji ber ava qirêj a ku pê de diçe, her roj qirêj dibe; heywan û giyayên di binê avê de ji vê zirarê dibînin.
Şaredariya Vanê ji bo parastina xwezaya herêmê projeyeke paqijiya kanalîzyonê dabû destpêkirin.
Li tesîsa paqijiya avê, karên înşeatê qediyan; makîne jî wê di demeke kurt de dest bi xebatê bikin.
Ji xeynî navenda bajêr, li navçeyan jî heman pirsgirêk heye.
Şaredarî wê di rojên pêş de, li navçeyên li qeraxa behrê jî tesîsên paqijiyê ava bike.