Bi saya qanîkirinê malbeteke din jî gihîşt ewladê xwe

Bi saya hewlên qanîkirinê yên hêzên ewlehiyê va malbateke din jî gihîşt ewladê xwe yê ku ji PKKya rêxistina terorê reviya.

Bi saya qanîkirinê malbeteke din jî gihîşt ewladê xwe

Li Mêrdînê bi saya hewlên qanîkirinê yên hêzên ewlehiyê va malbateke din jî gihîşt ewladê xwe yê ku ji PKKya rêxistina terorê reviya. 

M.Dyê di nav YPG/PYDya li Sûriyê ku baskê PKKya rêxistina terorê da ye cih digirt bi saya xebatên qanîkirinê yên koordînetiya Midûriyeta Îstixbaratê û Midûriyeta Şaxa TEMê ya Mêrdînê va li Deriyê Sînorê Xabûra nêzî Silopiya navçeya Şirnexê ye teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Mêrdînê muameleyên der heqê M.D da bir serî û gazî dê û bavê wî kirin.

Di hevdîtina li Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr hat kirin da dê û bav kelogirî bûn û bavê ku xwe avêt ewladê xwe got: "Her bijî artêşa Tirk." û hêstên xwe anî ziman.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE