Bi salan li Stenbolê, li ber destê xelkê şixulî. Lê piştî 20 salan vegeriya memleketê xwe sêrtê û atolyaya cilan vekir. Îro bi saya wî bi dehan keç û xort debara xwe dikin.
Wekî bi hezaran malbatên Kurd, malbata wî jî ji bo kar û xebatê koçî Stenbolê kir.
Gava malbatê bar kir, Weysel 12 salî bûye û bi salan di atolyeyên tekstîlê de xebitiye.
Lê di dawiyê de wî biryar daye ku bizivire memleketê xwe Sêrtê û atolyeya xwe veke.
Niha di atolyeya wî de 70 keç û xortên ciwan dişixulin.
Karsazê Sêrtî dixwaze atolyeya xwe mezintir bike û ji hin kesên din re jî riya qezence veke.