TRT Kurdiyê çend meh berê zarokên ku pêxas futbol dilîstin kiribû nûçe. Ew zarokên ku pêxwas bi topê dilîstin niha gihaştin diyariyên xwe. Bi cil û bergên nû zaf kêfa wan hat.
Bi kelecaneke mezin antrenman dikirin û bi topê dilîstin.
Kelecan û daxwaza wan zêde bû, lêbelê pêxwas û bê forme bûn .
Reşwa wan di ekranên TRT Kurdiyê de bû nûçe.
Piştî nûçeya TRT Kurdîyê, Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ji wan re diyarî şandin.
Sporvanên jêhatî êdî xwedî şekal û formeyan e û dibêjin em ê êdî baştir bilizîn.