Bi şev li Ardahan û Karsê germahiya hewayê 8 pile hat pîvan

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku tê texmînkirin li herêmê hewayê sayî û ewrsayî be.

Bi şev li Ardahan û Karsê germahiya hewayê 8 pile hat pîvan

Li Kars û Ardahanê bajarê Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya hewayê 8 pile hat pîvan.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku tê texmînkirin li herêmê hewayê sayî û ewrsayî be.

Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê dewam bike, bayê ji aliyê bakur ra rabe, dibe ku hin caran guj bibe.

Bi şev germahiya hewayê li Ardahan û Karsê 8, li Erzincanê 12, li Agiriyê 14, li Erzurum û Igdirê 16 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Erzincanê 36, li Igdirê 32, li Agiriyê 31, li Erzurumê 29, li Karsê 27 û Ardahanê jî 26 pile be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE