"Bi taybetî hêviyên me yên mezin ji ciwanên me hene"

Erdogan: "Tirkiye bi quweta ku ji ciwanên xwe distîne va bi hêvî li pêşeroja xwe mêze dike"

"Bi taybetî hêviyên me yên mezin ji ciwanên me hene"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Di vê heyama ku serjimara welatên rojavayê kal û pîr dibe, pirsgirêka binesaziyê û perwerdeyê ya rojhilatê çareser nabe da Tirkiyeya welatê me bi quweta ku ji ciwanên xwe distîne va bi hêvî li pêşeroja xwe mêze dike."

Erdogan peyama vîdeoyê şand Lûtkeya Hevdîtina Miteşebisên Tirkiyeyê ya ku Weqfa Karsazên Miteşebis û Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê li Qonyayê hat lidarxistin.

Serokomar Erdogan got Pêşangeh û Lûtkeya Hevdîtina Miteşebisên Tirkiyeyê ji bo miteşebis, aborî û welêt bi xêr be û miteşebisên xelat sitandin pîroz kir.

- "Bi taybetî hêviyên me yên mezin ji ciwanên me hene"

Erdogan wiha axivî: "Di vê pêvajoya aboriyeke bi teknolojî û dijîtalbûyî ava dibe û navendên lojîstik û hilberînê diguherin da lûtke tê kirin. Ez bawer dikim ku ew ê ji bo encamên rê nîşan didin bibe wesîle. Di vê çarçoveyê da bi taybetî hêviyên me yên mezin ji ciwanên me hene. Di vê heyama ku serjimara welatên rojavayê kal û pîr dibe, pirsgirêka binesaziyê û perwerdeyê ya rojhilatê çareser nabe da Tirkiyeya welatê me bi quweta ku ji ciwanên xwe distîne va bi hêvî li pêşeroja xwe mêze dike."

Serokomar Erdogan ji Weqfa Karsazên Miteşebis û Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê û kesên keda wan tevlî lûtkeyê bûn ra sipar kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE