"Bi taybetî ji bo mijara îadekirina FETOyiyên firarî û serkêşên rêxistinên terorê em piştevaniyeke qewî hêvî dikin"

"Bi taybetî ji bo mijara îadekirina FETOyiyên firarî û serkêşên rêxistinên terorê em piştevaniyeke qewî hêvî dikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Bi taybetî ji bo mijara îadekirina FETOyiyên firar û serkêşên rêxistina terorê ya cudakar em piştevaniyeke qewî hêvî dikin."

Li Stenbolê Civîna Lijneya Giştî ya ya 89em Teşkîlata Polêsên Navneteweyî (Interpol) hat lidarxistin û Erdogan ji civînê ra bi vîdeoyê peyama xwe şand.

Erdogan ji bo piştgiriya ku Sekreteriya Giştî ya Interpolê dide têkoşîna ku ew dijî sûc û sûcdaran didin, spasî kir û wiha dewam kir:

"Di mijara sûcên adî da tevkarî tê kirin, lê em li bendê ne ku ev tevkarî di têkoşîna terorê da jî were kirin. Bi taybetî ji bo mijara îadekirina FETOyiyên firar û serkêşên rêxistina terorê ya cudakar em piştevaniyeke qewî hêvî dikin. Em ji bîr nekin ku her kiryarê sûc heke bê ceza bimîne, wê zêdetir bin. Dibê destûr neyê dayîn ku terorîstên êrîşî demokrasiyê kirine, jin, kal, pîr, zarok û wezîfedarên dewletê kuştine serbest bigerin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE