Li gundê Çermîka Pütürgeya Malatyayê, piştî erdhejê germav çend qat rabûne. Ev yek gundiyan ditirsîne. Dixwazın pispor werin gund û vê yekê kontrol bikin.
Erdheja Elazığê, tesîreke mezin li derdora Malatyayê jî kir.
Ev der gundê Çermikê yê Murun an jî Pütürgeya Malatyayê ye.
Ev germava li gund a ku berê ji bo şîfayê gel jê îstifade dikir, niha çenq qat rabûye.
Gundî ditirsin û dibêjin gelo ev nîşaneyeke zelzeleyeke nû ye an na?
Gundî dixwazin pispor werin û kontrol û lêkolînên hewce bikin.