"Bi tevahî organîk e û baran av dide"

Jinên catiriyê berhev dikin qismekî wê ziwa dikin û qismekî wê jî dikin sûravkê û didin Kooperatîfa Çêtirkirin û Pêşxistina Keda Jinê (KEKÎK) bi navbeynkariya wê difiroşin çar aliyê Tirkiyeyê.

"Bi tevahî organîk e û baran av dide"

 Li Yeşîllliya navçeya Mêrdînê catiriya bi destê jinan tê komkirin bi navbeynkariya kooperatîfa catiriyê tê firotin û jê dahat tê qezenckirin.

Li çiya û deverên beyar ên der û dora navçeya Yeşîlliyê catirî hêşîn dibe û ev jî bi kêrî şêniyên herêmê tê.

Catiriya di meha nîsan û gulanê da hêşîn dibe serê sibehê zû ji alî jinan va tê berhevkirin.

Jinên catiriyê berhev dikin qismekî wê ziwa dikin û qismekî wê jî dikin sûravkê û didin Kooperatîfa Çêtirkirin û Pêşxistina Keda Jinê (KEKÎK) bi navbeynkariya wê difiroşin çar aliyê Tirkiyeyê.

Di kooperatîfê da 330 gram catiriya di sûravkê da bi 50 lireyî, 190 gram bi 37,50 lireyî û 80 gram catiriya hişkkirî jî bi 25 lireyî tê firotin.

"Bi tevahî organîk e û baran av dide"

Endama Lijneya Rêveberiya KEKÎKê Rengîn Yavuzê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kooperatîf ji alî 13 jinan va hat damezrandin lê nêzî 30 jin jê îstifade dikin.

Yavuzê destnîşan kir ku catiriya tê berhevkirin êvarê li navenda firotina kooperatîfê tê amadekirin û ji ber ku organîk e jî gelek jê tê hezkirin û wiha domand: "Em îsal dixwazin 5 tonî berhev bikin, par me bi qasî tonekî berhev kir û di nav mehek, du mehan da qediya. Ji her bajarê Tirkiyeyê ji me dixwazin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE