Bi teyareya ambulans hat xislaskirin

Tîma tenduristiyê xwe gihand nexweş û ew xilas kir...

Bi teyareya ambulans hat xislaskirin

Li sîncîka semsurê nexweşekî koahê aciz bû. Tîma tenduristiyê ji ber berf û seqema zêde nikarîbû xwe bigihanda mezraya ku nexweş lê bû. Bi alikariya helîkoptera ambulans tîma tendurîstiyê giha nexweşê reben. Niha rewşa nexweş baş e.

Ji ber berfê rêyên gelek gundan hatin girtin. Ceyran û ava hin deveran jî qut bû.

Li Sincika Semsurê Abuzer Başibüyükê 74 salî ku ji mezra Suruta Gundê Karaköseyê bû ji ber behntengiyê aciz bû.

Lê ji ber berfa zêde ceyrana mezrê çû û hew karîbû nefesê bistîne.

Tîma tendurîstiyê xwest bigihê Başibüyükê nexweş, lê ji ber berfa zêde nikarîbû biçûya hawarê.

Li ser vê ji navendê teyara ambulans alîkarî xwestin.

Pîştî teyare gihişt nexweşê xwe, kontrola pêşî li mezrê hate kirin û nexweşê reben anîn bajêr.

Rewşa Abuzer Başibüyük ku li Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Semsurê hate tedawîkirîn niha baş e.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE