Bi wêneyên sixte dixwazin Hereketa Kaniya Aştiyê rûreş nîşan bidin

Alîgirên rêxistina terorê di hewla rûreşkirina dijî hereketê da wêneyên nîşaneyên dîrokî bikaranîn û ji bo manîpulekirinê hewl dan

Bi wêneyên sixte dixwazin Hereketa Kaniya Aştiyê rûreş nîşan bidin

Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê ji bo korîdora terorê ya hewl didin li ser sînorê başûr ava bikin, xera bike, aştî û hizûra herêmê zêde bike da destpêkirin dewam dike lê alîgirên rêxistina terorê jî di hewla rûreşkirina dijî hereketê da wêneyên nîşaneyên dîrokî bikartînin û ji bo manîpulekirinê hewl didin.

Li bakurê Sûriyeyê Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê dan destpêkirin, dewam dike. Alîgirên rêxistina terorê ji bo rûreşkirin û manîpulekirina herekatê vala nasekinin û wêneyên nîşaneyên dîrokî ne mîna ku di dema herekatê da hatine kişandin parve dikin.

Di sala 1975an da li herêma Sahraya Rojava ya ku li başûrê Fasê dikeve bi sedan hezarî şêniyên Fasê beşdarî çalakiya bi navê "Meşa Kesk" bûbûn û wêneke wê demê hatibû kişandin jî bû mîna nîşaneyeke wan rojan lê hesabekî manîpulator ê ji ser medyaya civakî wê wêneye parve kir û derewa ku ew ji herêma herekatê hatiye kişandin lê zêde kir.

Hesabekî alîgirê rêxistina terorê jî wêneyeke ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku li Îdlibê di 17ê Tebaxê dema bomberandina Rûsyayê da hatibû kişandin parve kir. Ji ser hesab jî hat gotin ku ew wêne di dema Herekata Kaniya Aştiyê da hatiye kişandin û bi vê derewê hat parvekirin.

Alîgirekî rêxistinê wêneyê keçikekê ya di mudaxaleya koalîsyona serokatiya wê Erebistana Siûdî dike ya li hemberî Yemenê da birîndar bûye ji bo şaşagahîdayînê parve kir. Hat tespîtkirin dema vê wêneyê Mijdara 2018an e.

Wêneyekî din ê ji hêla alîgirên rêxistinê va hat parvekirin jî ew e ku çend zarokan guhê xwe girtine û li esman dinêrin. Derket holê ku ev wêne jî di Çileya Pêşîn a 2016an da li Yemenê hatiye kişandin.

Li ser hesabekî ji hêla manîpulatorekî va hatiye vekirin da jî wêneyek hatiye parvekirin ku li taxeke di nav tozê da maye zarokek diqîre. Hat tespîtkirin ev wêne jî di Sibata 2018an da di şerê navxweyî da hatiye kişandin.

- Wêneyê AAyê jî parve kirin

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da nûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) Cewad el Rifaî di sala 2016an da wêneyê zarokekî ser û rûyê wî di nav tozê da maye kişandibû. Hesabê manîpulator vî wêenyê AAyê jî ji bo dijî herekatê bi niyeta dezenformasyonê bi kar anî.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 10:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE