Bibîranîna Qeymeqamê Şehîd

Ji bo şehîd Muhammet Fatih Safitürk mewlûd hat xwendin

Bibîranîna Qeymeqamê Şehîd

Li Dêrikê ji bo qeymeqamê ku 2 sal berê di encama êrîşa terorîstan de şehîd ketibû mewlûd hat xwendin. Beşdaran dia kirin û Qurana pîroz xwendin.

Terorîstan di odeya wî de bombe bi cih kiribû û teqandibûn.

Qeymeqamê Dêrikê Muhammet Fatih Safitürk beriya 2 salan di 10ê mijdarê de şehîd ketibû.

Di salvegera şehadeta wî de gelê Dêrikê Qeymeqamê xwe ji bîr nekir.

Li taxa Kaniya Gûzê merasîma mewlûdê hat kirin.

Li mizgefta Tacarlarê şehîd hat bibîranîn û ji bo rihê wî mewlûd û Quran hat xwendin.

Di merasîmê de gelek rayedar hebûn ku yek ji wan jî xelefê wî Hakan Qafkas bû.

Kafkas got ‘’Ji bo şehîd me mewlûd da xwendin. Niha jî em ji bo xêra wî simîtan belav dikin. xwedê rehma xwe lê ke. cihê wî cinet be.

Gelê Dêrikê jî bi xweşbînî Qeymeqamê xwe bi bîr anî.

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE