Bibîranîna Şehîdan

Xwendekarên zanîngehê ji bo şehîdan 250 şitil danîn

Bibîranîna Şehîdan

Li Îdirê, xwendekarên zanîngehê ji bo bibîranîna şehîdan projeya danîna şitilan çêkirin. Di vê çarçoveyê de xwendekaran ji bo xatirê şehîdan, li daristana bajêr 250 şitil danîn.

Li Îdirê, bi hevkariya midûriyetên Spor û Civaniyê û Daristanan ji bo bibîranîna şehîdan projeyeyek hat çêkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Îdirê di çarçoveya projeya “Em ji bo şehîdên xwe şitilan datînin” de li daristana bajêr hatin ba hev.

Ji bo bibîranîna şehîdan li daristanê 250 şitil hatin danîn.

Piştî danîna şitilan mêvanan bi hev re şorbe vexwar û bername bi vî awayî qediya.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE