Bibîranîna Tahîr Elçî

Tahîr Elçî beriya 6 salan di êrîşeke terorî de hat qetilkirin

Bibîranîna Tahîr Elçî

Serokê Berê yê baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî 6 sal berê di êrîşeke terorî de hat kuştin. ji bo elçî merasîma bibîranînê hat li darxistin. dost û hevalên wî qerenfîl danîn ber mînareya çarling.

Rêxistina terorî PKK’ê di sala 2015an de li gelek bajarên herêmê dest bi siyaseta xendeqan kir.

Rêxistina çekdar zirareke mezin dabû berhemên dîrokî yên navçeya Sûrê.

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ji bo bala gel bikşîne ser parastina berhemên dîrokî û ji bo ku êrîşên terorî bi dawî bibin, li ber minareya çarling daxuyanî dida medyayê.

Wê demê terorîstê PKK’ê Ugur Yakişir polîs Ahmet Çiftaslan û Cengiz Erdur şehîd kirin û bazda ket kuçeya Mînareya Çarling.

Tahîr Elçî jî di heman demê de bû hedefa guleya terorîstan.

Elçî rakirin nexweşxaneyê lê tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Serokê berê Tahîr Elçî di salvegera 6emîn a qetilkirinê de hat bibîranîn.

Li ber avahiya edliyeyê meş hat lidarxistin. Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzioglu, hevjîna Tahîr Elçî Turkan xanim û parêzer meşiyan.

Sîyasetmedar, parêzer û dost û malbata Tahîr Elçî qerenfîl danîn ber mînareya Çarling ku Elçî li wê derê canê xwe ji dest dabû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE