Biçûk û mezin hunermend in

Li mala xwe atolyeyek ava kir û bi kulfetê xwe ve berheman çêdikin..

Biçûk û mezin hunermend in

Nurettin Çakmak bi xwe peykersaz e û xanima wî jî mamoste ye. Wan li mala xwe atolyeyek ava kir û tev bi hev re bi hunerê re mijûl dibin.

Mala Çakmak li Mêrdînê ye. Ew bi xwe peykeran çêdike.

Wî di mala xwe de atolyeyek ava kiriye û zar û zêçê wî bi hunerê re mijûl dibe.

Di atolyeyê de ew him berhemên hunerî çêdikin û him jî zarokên xwe hînî hunerê dikin.

Agrîn xanim jî hevsera Nûredîn Çakmak e. Ew bi xwe mamoste ye lê ev 20 sal in bi hunerê re mijul dibe.

Malbata hunerhez dixwaze her kes bi hunerê re mijûl bibe. Lewre huner dilê meriv jî rehet dike.

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE