Mutkiya navçeya Bidlîsê bi guldxwînan xemilî.
Bi hatina biharê ra guldexwîn hêşîn bûn û siruşt xemilandin.
Wênekêş û welatî çûn gundê Yumrumeşeyê ku guldexwînên li goristana gund hêşîn bûne bibînin.
Emrê guldexwînan qasî sê hefteyan e ku kesên tên dîtina wan wêneyên wan dikşînin.
Merve Nur Gulnara mamosteya Îngilizî ye bi hevalê xwe ra hat gund ku guldexwînan bibîne.
Gulnarê wiha got: "Cara ewil e ez guldexwînan dibînim, kêfa min jê ra hat. Me wêne kişandin û rojeke xweş derbas kir. Yên ku derfeta wan hene bila bên bibînin."
Ozcan Demirê mamosteyê zimanê Tirkî ye jî got bi pêşniyaza hevalekî xwe ew hatiye dîtina guldexwînan û wiha axivî: "Ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim. Dema em hatin hevalên me wêne kişandin. Bi rastî jî cihekî bêhempa ye."AA