Bihara li Erzurumê

Li Erziroma ku yek ji bajarên Tirkiyeyê ye ku lê zivistan herî dijwar derbas dibe cotkar piştî zivistanê ketin nav kelecana "biharê" û xweşikahiyên tebiî jî mirov hijmetkar dihêlin.

Bihara li Erzurumê
GALERIYA NÛÇEYÊ
Bihara li Erzurumê

Bihara li Erzurumê

Li Erziroma ku yek ji bajarên Tirkiyeyê ye ku lê zivistan herî dijwar derbas dibe cotkar piştî zivistanê ketin nav kelecana "biharê" û xweşikahiyên tebiî jî mirov hijmetkar dihêlin.

Li bajarê ku hewaya sar 6 mehan dewam dike cotkarên ku bi heywandarî û çandiniyê ra mijûl dibin bi hatina biharê ra li eraziyên xwe dest bi karên çandiniyê kirin.

Cotkar di bihara ku karê wan du qat zêde dibe da derman avêtin ser genim û cehê ku payîzê çandibûn û tovên berhemên wekî korunga, nefel (ket), kartol û fixê reşandin.

Cotkar bi zergetavê ra li eraziyên xwe des tbi xebatê dikin û heta êvarê di eraziyan da dimînin û ji ber ku çêreya di merayan da çêbû hewyanên xwe ji goman derdixînin û diçêrînin.

Bihar ji aliyekî va cotkaran kelecanî dike ji aliyê din va jî dibe sedem ku tebîat biveje û rengînî derkeve holê û dîmenên bêhempa derdixîne holê.

Digel çemên ku ava wan rabûne Deşta Pasînlerê ya ku çûkên beyanî li nêçîrê digerin jî şîn bûye û li qontara çiyayan hê jî berf heye û xweşikahiyên biharê li ber çavan e.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE