Bihara li geliyê Munzurê

Li navçeya ku cureyên nebatan û cisnên endemîk lê pir in, bi hatina biharê ra siruşt bi ser xwe va hat û dîmenên hejmetkar derketin holê.

Bihara li geliyê Munzurê

Li Ovacika navçeya Tunceliyê bi hatina biharê ra Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê bi çîçekên rengîn xemilî.

Li navçeya ku cureyên nebatan û cisnên endemîk lê pir in, bi hatina biharê ra siruşt bi ser xwe va hat û dîmenên hejmetkar derketin holê.

Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê dilgel jiyana kovî, bi floraya xwe ya dewlemend va jî balê dikşîne û li cihên avî û di nav zinaran da çîçekên rengîn dibişkivin.

Di floraya parka neteweyî da 227 cisnên endemîk, 1518 cureyên nebatan hatine tesbîtkirin. Qazsimbil, beybûn, pîspîsk, gulhesil, gozirvan, gulberfîn û gulbihar bi taybetî hefteya ewil a gulanê dibişkivin.

Li parka neteweyî ku li ser qadeke 42 hezar û 674 hektarî hatiye avakirin, minminîkên rengîn jî çîçekan dixemilînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE