Bermîla nefta Brent li piyaseyên navneteweyî bi 109,88 dolarî tê firotin.
Warîlê nefta brent roja înê derket 111,69 dolarî û paşê bi 111,55 dolarî roj temam kir. Bermîla nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.27an pê va ji sedî 1,50 daket û bû 109,88 dolarî. Di heman demê da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 107,28 dolarî hat firotin.
Tevdîrên karantînaya Kovîd-19ê yên li Çînê di dibe sedema daketina bihayan.
Ji ber Şerê Rûsya-Ukraynayê jî nahêle ku bihayê neftê kêm bibe.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 110,10 û 110,98 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 109,22 û 108,67 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.
AA