Tarîfeya miayeneyê ya wesaîtan diyar bû. di 2020an de bihayê miayeneyê wê di navbera 174 û 462 lîreyan de be.
Bihayê miayeneya wesaîtan ji 1ê Çileya 2020an û pê ve wê ji sedî 22 bêhnok 58 zêde bibe.
Ji serêsalê û pê ve bihayê miayeneya otomobîl, mînîbus, kamyonet, wesaîtên taybet, wesaîtên eraziyê, romork û nîvromorkan wê bibe 342 lîre û 20 qirûş.
Ji bo otobus, kamyon, wesaîtên kişandinê û tankeran jî dê êdî 462 lîre û 56 qirûş bên dayîn.
Bihayê miayeneya traktor, motorsiklet û bisiklêtên bimotor jî bû 174 lîre û 64 qirûş.