Li aliyekî bikaranîna înternetê zêde dibe, li aliyê din jî xwendina rojnameyan kêm dibe. Li gorî salên borî firotina rojnameyan ketiye asta herî kêm.
Înternet û bi taybetî medyaya civakî bala her kesî dikişîne.
Ji ber vê êdî kêm kes berê xwe didin rojnameyan.
Xwendina rojnameyan ketiye asta herî kêm.
Pandemiyê jî ev yek kêmtir kir.
Sedema herî mezin a kêmxwendina rojnameyan helbet înternet e.
Pisporên civakî dibêjin dibe ku di pêşerojê de rojnameyeke çapkirî nemîne.