Di dema osmaniyan de heta ji bo parastina çivîkan jî weqf hebûn. Pişt re ev hişmendiya xwezaparêziyê qels bû. Lê li batmanê komeleya dildarên xwezayê bi xwendekaran re çalakiyek çêkir û ji bo çivîkan hêlînên rengîn danîn ser daran.
Gotin: “Bila çivîk bê hêlîn nemînin!”
Û ji bo balindeyan hêlînên ji hev xweşiktir çêkirin.
Li Batmanê, xwendekaran bi pêşengiya Komeleya Dildarên Xwezayê, ji bo çivîk di zivistanê de li derve nemînin hêlîn çêkirin.
Hin xwendekaran li ser hêlinan resm çêkirin û navên polên xwe nivisîn.
Pişt re ew hêlîn yek bi yek li ser daran hatin bicihkirin.
Komele, bi çalakiyên wiha dixwaze bala zarokan û welatiyan bikşîne ser xwezayê.