"Bila sala 2020an bibe sala Qesra Îshaq Paşa"

UNESCOyê di sala 2000an da Qesra Îshaq Paşa li ser Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê zêde kiribû.

"Bila sala 2020an bibe sala Qesra Îshaq Paşa"

Parlamenterê AK Partiyê yê Agiriyê Ekrem Çelebî got ku bila sala 2020an wekî "Sala Qesra Îshaq Paşa" were îlankirin. 

UNESCOyê di sala 2000an da Qesra Îshaq Paşa li ser Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê zêde kiribû.

Çelebî daxuyanî da û got ku herêm êdî divê bi xeberên turîzm, tebîet û dîrokê va were rojevê û wiha axivî:

"Sala 2018an wek sala Bajarê Troyayê ya Antîk hatibû îlankirin. Îsal jî sala Gobeklîtepeyê bû. Niha ji bo sala 2020an jî xebat didomin. Em dixwazin sala 2020an jî wek sala Qesra Îshaq Paşa were îlankirin. Em li ser mijarê bi Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy ra jî axivîn. Qesra Îshaq Paşa berhemeke hem rojavayî hem rojhilatî ye. Ji dema Selçuqî û Osmaniyan gelek motîf lê hene."

Çelebî bi bîr xist ku UNESCOyê di sala 2000an da Qesra Îshaq Paşa li ser Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê zêde kiribû û wiha dewam kir:

"Qesra Îshaq Paşa li herêma hêlîna şaristaniyê ye di nav gelek berhemên dîrokî da di rêzên ewil da ye. Piştî Qesra Topkapiyê, qesra herî girîng Qesra Îshaq Paşa ye. Li dinyayê sîstema kalorîferê cara ewil li Qesra Îshaq Paşa hatiye emilandin. Çîroka Kerem û Asliyê li nêzî vê herêmê diqewime. Çiyayê Agiriyê yê ku 5 hezar û 137 mêtre ji behrê bilindê li hemberî vê qesrê ye. Li Qesra Îshaq Paşa hem motîfên Selçuqiyan hem jî yên Osmaniyên hene. Bila sala 2020an bibe sala Qesra Îshaq Paşa."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE