Berf û baran herî pir jî zorê dide zarokên dibistanê. Xwendekarên Zanîngeha Mûş Alparslanê, di nav xwe de pere berhev kirin û ji bo xwendekarên gundan pêlav kirîn. Şaredariya Mêrdînê jî lepik û kumik dan zarokan.
Ji bo zarok di şiliyê de nexweş nekevin, li gelek cihan xebatên alîkariyê tên kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Mûş Alparslanê di navbera xwe de pere kom kirin û çûn ji xêrxwazên bajêr jî alîkarî xwestin.
Ji bo 150 zarokan solên nû stendin û bi rektorê zanîngeha xwe ve berê xwe dan mektebên gundan.
Xwendekarên gundan jî ji bo xwayîng û birayên xwe bernameyek çêkir.
Şaredariya Mêrdînê jî ji bo zarok necemidin li dibistanên gundan lepik û kumik belav kirin.
Xebatkarên şaredariyê yek bi yek bi xwendekaran re eleqedar bûn.
Li gorî agahiya şaredariyê wê ev tişt bigihîjin ber destê zarokên hemû gundan.