''Bilêvkirina 'komkujiyê' ya Bîden ji bilî înkar û berevajîkirinê nayê tu wateyê''

''Bilêvkirina 'komkujiyê' ya Bîden ji bilî înkar û berevajîkirinê nayê tu wateyê''

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got: "Bilêvkirina 'komkujiyê' ya ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden ji bo bûyerên 1915an bi kar anî ji bilî înkar û berevajîkirinê nayê tu wateyê."

Akar der barê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Bîden ya ku bûyerên 1915an wek komkujî bi nav dike da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

- "Dîrok bi daxuyaniyên siyasî yên wiha va nayê nivîsandin"

Di daxuyaniyê da Akar wiha got: "Bilêvkirina 'komkujiyê' ya ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden ji bo bûyerên 1915an bi kar anî ji bilî înkar û berevajîkirinê nayê tu wateyê. Yên vê daxuyaniyê didin bila dîroka xwe û dinyayê binihêrin. Beriya 2020î îfadeyeke wiha nehat bikaranîn, çi guherî ku biryareke wiha hat dayîn? Gelê Amerîkayê yê xwedî aqlekî selîm in di vê mijarê da çi difikirin? Ev biryara ji ber lobiyên gelê Ermeniyan temsîl nakin hatiye dayîn ne li gor aqil û exlaqê ye. Divê bê zanîn ku dîrok bi daxuyaniyên siyasî yên wiha va nayê nivîsandin. Ji dîrokê dijminatiyê û beranberiyên nû derxistin, nayê qebûlkirin."

- "Divê ev şaşî bê sererastkirin"

Herî dawîn Akar behsa têkiliya Tirkan û Ermeniyan a ku bi sed salan bi hev ra jiyane kir û wiha got: "Xeflet, cehalet û xerabkirina dahatûyê ye ku meriv ji tiştên ku di navbera civakên Tirk û Ermenî da qewimî ne ra bêje 'nijadkujî'. Divê ev şaşî bê sererastkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE