"Bira biryar ji bona welat û gelê me bibe wesîleya xêrê"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan : "Em ji dil bawer dikin ku di hilbijartina li Stenbolê da hîleyeke organîze û bêhiqûqî heye."

"Bira biryar ji bona welat û gelê me bibe wesîleya xêrê"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got ku "Mijareke wekî pêvajoya çareseriyê tune."

Erdogan di Komcivîna TBMMyê ya partiya xwe da bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan li ser pirsa "Heta hilbijartin bê nûkirin dê li Stenbolê kî peywirdar be?" got ku "Ev hat eşkerekirin. Waliyê me yê Stenbolê Alî Yerlîkaya dê vê peywirê bi cî bîne. Der barê mijarê a daxuyanî hat dayîn. Niha Waliyê me yê Stenbolê Alî Yerlîkaya Beg jî di vê mijarê da dest bi peywirê kir."

Erdogan li ser pirsa gelo piştî biryara Stenbolê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra axivî yan na wiha axivî: "Min kêliyek beriya niha bi têlefonê pê ra xeber da. Min hem Remezana wî pîroz kir hem jî got ku ev biryara hat dayîn bila ji bo welatê me bi xêr be."

 "Namzedê me Bînalî Yildirim Beg e"

Hat bibîrxistin ku der barê namzediya Bînalî Yildirimê Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Mezin a Stenbolê da gelek şîrove hatin kirin û li ser pirsa "Gelo hûn çi dibêjin? Gelo îxtimal heye ku kesekî din bibe namzed?" Erdogan ev gotin: "Yên ku van pirsan dikin herhal qanûnên hilbijartinê nizanin. Ji ber ku qet nizanin serî li rêyên wiha didin. Tişteke wisa tune. Namzedên hilbijartina li Stenbolê diyar in, niha namzedê me jî Bînalî Yildirim Beg e."

 "Mijareke wekî pêvajoya çareseriyê tune"

Rojnamevanekî got ku "Piştî 8 salan parêzerên wî li Îmraliyê Ocalan ziyaret kirin û mixalefetê jî ev yek wekî 'pêvajoya çareseriyê ya nû' şîrove kir." Erdogan li ser vê nirxandina "Mijareke wekî pêvajoya çareseriyê tune." kir.

Erdogan got ku "Ma bû 8 sal?" û bersiva "Parêzerên wî wisa eşkere kirin" hilda. Li ser vê Erdogan got ku "Dibe ku ji bo parêzerên wî wisa be lê ji bo malbata derveyî parêzeran? Çend roj berî niha me birayê wî şand. Me destûr da wî. Mehmet (Ocalan) çû. Hûn wî nahejmêrin."

 Fealiyetên sondajê yên li Qibrîsê

Ji Serok Erdogan şîroveya wî ya der barê banga Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ya ji bo ku Tirkiye keştiyên lêgerîna sondajê yên li Behra Spî birawestîne hat pirsîn. Erdogan jî ev gotin: 

"Em niha tetbîqkirina bernameya xwe didomînin. Em ê bidomînin.Hin cî çawa telîmatê didin, çawa lê dinêrin, çawa dinirxînin. Tişteke wiha di nav nirxandinên me da nînin."AA

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE